Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Çekyayê kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê komara Çekyayê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Çekyayê hat kirin.

Ekleme: 23.11.2021 10:10:02 / Güncelleme: 23.11.2021 10:10:02 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Çekyayê hat kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Çekyayê di warên aborî, kulturî û akademîk de hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Iraqê hat kirin û her du aliyan hêvî xwastin ku encamên hilbijartinan bibe sebeba guhertinên baş li Iraqê û bicîhatina aramî û daxwaziyên xelkê.(ÎLKHA)