Li Hollandayê xwepêşanên li dijî qedexeyên Covid-19: 40 binçavî

Hat ragihandin li Amsterdama paytexta Hollandayê dijberên qedexeyên coronavîrusê daketin kolanan û qedexeyên heyî protesto kirin.

Ekleme: 22.11.2021 08:45:38 / Güncelleme: 22.11.2021 08:45:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya Polîsê Hollandayê de hat ragihandin ku çalakvanan di xwepêşandana li dijî qedexeyên Covid-19ê yên li Rotterdamê de fîşekên hewayî bikar anîne û agir pêxistin.

Hat ragihandin ku di bûyeran de herî kêm wesayîteke polîsan hatiye şewitandin, wesayîtên din ên polîsan jî xisar dîtine. Hat ragihandin ku herî kêm 5 polês birîndar bûne û 40 kes jî hatine binçavkirin.

Di xwepêşanên ku doh hatibûn lidarxistin de jî 51 kes hatibûn binçavkirin.(ÎLKHA)