Li Sûdanê hejmara mirîyan derket 40 kesan

Di xwepêşanên ku li Sûdanê berdewam dikin de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 40 kesan.

Ekleme: 21.11.2021 12:09:40 / Güncelleme: 21.11.2021 12:09:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Sûdanê ev çend roj in ji ber darbeya leşkerî gel daket kolanan û darbeya ku hat kirin şermezar dike. Hêzên ewlehîyê midaxeleyî xwepêşandêrên ku daketin kolanan kirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîteya Doktorên Navendî yê Sûdanê di encama midaxeleya ku hat kirin de heta niha 40 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin li welêt xwepêşan berdewam dikin.(ÎLKHA)