Êrîş li Konsolosxaneya Îranê ya li Hamburgê hat kirin

Li Almanyayê ji aliyê kesên nenas ve madeyên şewatê hatin avêtin Serkonsolosxaneya Îranê ya Hamburgê.

Ekleme: 21.11.2021 11:35:26 / Güncelleme: 21.11.2021 11:35:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polîsê Hambûrgê ragihand ku şewata ku ji ber madeyên şewitê derketiye zû hatiye vemirandin û di bûyerê de ti kes birîndar nebûye.

Hat ragihandin ku 2 kesên ku ji cihê bûyerê reviyane tên lêgerîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Hatîbzade bang li hikûmeta Almanyayê kir ku ewlehiya cihên dîplomatîk biparêze.

Hatîbzade ji hikûmeta Almanyayê re got ku "divê ew erka xwe bi cih bînin û bi cidî û bi berpirsyarî li ser ewlekariya cihên dîplomatîk ên Îranê tevbigerin." (ÎLKHA)