Li Hollandayê xwepêşanên li dijî qedexeyên Covid-19 berdewam dikin

Hat ragihandin li Amsterdama paytexta Hollandayê dijberên qedexeyên coronavîrusê daketin kolanan û qedexeyên heyî protesto kirin.

Ekleme: 21.11.2021 10:50:29 / Güncelleme: 21.11.2021 10:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya Polîsê Hollandayê de hat ragihandin ku çalakvanan di xwepêşandana li dijî qedexeyên Covid-19ê yên li Rotterdamê de fîşekên hewayî bikar anîne û agir pêxistin.

Hat ragihandin ku di bûyeran de herî kêm wesayîteke polîsan hatiye şewitandin, wesayîtên din ên polîsan jî xisar dîtine. Hat ragihandin ku herî kêm 2 kes birîndar bûne û 51 kes jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)