Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlerê yê HUDA PARê: Kurdistan nikare bê înkarkirin

Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlerê yê HUDA PARê derheqê înkarkirina Kurd û Kurdistanê daxuyanîyên balkêş da.

Ekleme: 20.11.2021 12:20:12 / Güncelleme: 20.11.2021 12:20:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yalçin di axavtina xwe de ragihand ku çawa ku herêmên din bi navên qewmên lê dijîn tê binavkirin Kurdistan jî wek navê herêma ku Kurd lê dijîn tê binavkirin. Yalçin di   berdewama axavtina xwe de  ayeta “Ey merivno! Bi rastî me hûn ji mêrek û ji jinek xuliqandiye û me hûn kirîye qebîle û malbat, ji bo ku hûn hevdû nas bikin. Bi rastî li cem Xweda di nav we de herî bi rûmet ewên ku pir oldar in. Beguman Xweda zana ye hayîdar e.” xwand. Û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ “Mirovên ku Kurd bin an jî ji hêrêma Kurdistanê bin, Tirk bin an jî ji hêrêmaTirkistanê bin ev tişt bi emrê Xwedê ye. Xweda Teala hinek mirovan Kurd hinek mirovan jî Tirk xuliqandiye. Ev tişt heqîqetek e. Înkarkirina Kurdan weka înkarkirina ayeteke Xwedê ye. Heta ew înkarkirin heqîqetekî ku bi çavan tê dîtin, neqebulkirina vê heqîqetê ye. Ev înkarkirin bi tebîra Ûstad Bedîûzzeman Seîdê Nursî faşîstî ye, miletperestîyeke ne menfî e. Faşîstî û miletperestî di sedsala 20an û sedsala 21yan de mezintirîn zihniyeta cahilîyê ye. Çawa dibe ku însanek hebûna însanekî dinê înkar bike, zimanê wî qebûl neke! Çawa dibe ku hinek mirov bi mantixa, ‘Li ser cîhanê çi qas însan ku hebe tev ji qewmê min in an jî neyarên min in û temamê însanan evdê min in’ hereket dikin!”

"Welatên Ewropayê heta îro ji bona erdnigarîya Îslamê tiştekî bi xêr nekiriye”

Yalçin bi bîr xist ku di dînê Îslamê de û di dînê semawî yê ku tahrîf nebûne de qet înkarîya qewmî çênebûye, di roja me de meseleya qewm û erdnigarî ji bo sîyasetê tê bikaranîn.

Yalçin di berdewama axavtina xwe de îşaret kir ku temelê vê qewmîyetperestîyê di sala 1789an de di Îxtîlala Fransayê de hatîye avêtin, Yalçin dû re axavtina xwe weha domand, “Îxtîlala Fransayê bi gotina ‘Her qewim xwedîyê heqê îdare kirina xwe ye’ ava bû. Ji xwe Fransa û welatên Ewropayê ji bona Îslamê tiştek baş qet nekirine. Demoqrasî, laîktî, rêbazên felsefê û qewmî jî ji Fransayê derketîye. Malesef van tiştan, ji bona alema Îslamê re bû sebeba neyartîyê. Ket halekî wisa ku Misilman ‘ededên xwe yê berê pîrozandin. Mînak; Qurana Pîroz bi Erebî hatîye nazilkirin û Pêxember (s.x.l) jî ji Ereban hatîye hilbijartin. Ligel vê yekê Erebên ku Misilman in, ew qas qencîya Îslamê terk kirine û ‘ededên xwe yên berê pîrozandin e. Em li Faris jî dinêrên ew jî wisa kirine. Tirk jî bi Îttîhad û Teraqqîyê qencîya Îslamê terk kirine û bi ‘ededên xwe yê berî pîrozandin e. Ev tişt di nav Kurdan bûn sedema bertekekê.”

“Rêxistin û mirovên ku ji Îslamê nesîbên xwe negirtine, qewmîyetperestîyê dikin pêşîya Îslamê”

Yalçin ragihand ku di wan demê dawîn de gotina “Kurdistanê” bi navê PKKê tê zikirkirin. Lê ev tişt ji ber “miamela sîyasî” çêdibe. Yalçin di berdewama axavtina xwe de weha got, “Faşîstên Tirk, Kurdan bi cihêkarî xistin nav destê PKKyê ku Marqsist û Lenînîst e, ev PKK Kurdan ji bona armanca xwe dixapîn e. Hebûna PKKê, sebeba cihêkarî û miletperestîyê nîne, encama cihêkarî û miletperestîyê ye. Bi rastî tu eleqeya PKKê bi Kurdan re û bi Kurdîtîyê re tineye. PKK rexistinekî xwedîyê  fikra Marksîzmê ye û ji bona neyartîyê Îslamê hatîye sazkirin. Lê ji bona vê neyartîya Îslamê çiqas fikrên xirab hebe ji bona armanca xwe dixebitîne. Yanî mirov û rêxistinên ku ji Îslamê nisîba xwe nestandine, cihêkarîyê xistine pêşîya Îslamê. Bi vî awayî, li Tirkîyê fikrekî wisa çêbûye dema ku tu bibêjî ‘Ez Kurdim’ hema ji tere dibêjin ‘Tu ji PKKê yî û tu terorîstî’. Ev tiştê hanê jî ji xelqê re û ji Tirkîyê re ji yekîtîyê re û ji Misilmanan re derbeyek mezin e.”

“Kurdistan nikare bê înkarkirin”

Yalçin di axavtina xwe de weha got “Dîkekirina ku li ser Kurd û Kurdistanê ye Kurd û Kurdistanê nikare bê înkarkirin.” Yalçin di axavtina xwe de bal kişand  li ser mesleheta Tirkîyê ku xêra ev dîkekirinê ji mesleheta Tirkîyê re tineye, xêra ev dîkekirinê ji Emperyalîstan re heye.

“Encax ger em bi çavê Îslamê li vê meselê binêrin dikarin problema heyî çareser bikin”

Yalçin gotina Serokkomar Erdoganê ku di dema Serokwezîrtîyê de bû di bîran xist ku Serokkomar weha gotibû, “Peyvên Kurd û Kurdistanê di nav zebtên Meclîsa ‘ewil de derbas dibe. Wexta ku dema Osmanîyan binhêrin ewê hîn bibin ku hêrêma Rojhilat û Başûra Rojhilatê wîlayeta Kurdistanê ye. Ew ê bibînin ku hêla Rojhilata Behra Reş Lazîstan e… Ev tiştan mîrasa dîrokê ye ji me re. Hûn nikarin van tiştan piş guh bikin.”

Yalçin piştî ku gotinên Erdogan di bîran xist re axavtina xwe weha domand: “Di van demê dawîn de li hember  Kurd û Kurdistanê helwestên faşîzan tên bikaranîn ku li dijî van helwestan bêdeng tê mayîn û her wisa tê diyarkirin problemeke wisa tune ye. Ev tişt nîşan dide ku ev kesan ji hêla dîrokên xwe ve di nav xilafekî mezin da ne. Serokên sîyasî yê ku aqlê wan li serê wan e û îdarevanên ku aqlê wan li serê wan e vê pirsgirêkê baş dizanin, ev însan baş dizanin ku ev pirsgirêk birîneke welat û nehatiye girtin. Encax ger em bi çavê Îslamê li vê meselê binêrin dikarin problema heyî çareser bikin.” (ÎLKHA)