Li Nîjerê êrîş li sivîlan hat kirin: 25 mirî

Li bajarê Tahouaya li ser sînorê Malîya Nîjerê di du êrîşên çekdarî de 25 sivîl hatin kuştin.

Ekleme: 18.11.2021 08:15:30 / Güncelleme: 18.11.2021 08:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di êrîşa ku li bajarokên Tillia û Tahoua yên bajarê Tahoua de, avahiyên kamûyê jî hatin şewitandin. Hat ragihandin ku ji ber êrîşan ceyran ji her du bajarokan re nehat dayîn.

Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatiye lidarxistin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku ji meha Çileyê heta Tîrmehê herî kêm 420 sivîl li ser sînorê Nîjer û Malî û Burkîna Fasoyê hatine kuştin. (ÎLKHA)