Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di saetên êvarê de bi 60 xwendekarên dibistaneke taybet ên ku ji bo nirxandina betlaneya navîn çûn otêlekê li herêma Çiyayê Boluyê gilîyên wek gêjbûn û vereşînê hat dîtin.
Xwendekar bi ambûlansên 112 Tenduristiya Lezgîn û wesayîtên taybet hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat hînbûn ku rewşa xwendekarên ku bi gumana jehrîbûna xwarinê dihatin tedawîkirin baş e.
Ji xwarin û ava otêlê ji bo lêkolînê nimûne hatin girtin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)