Li Burkîna Fasoyê êrîşa çekdarî: 20 mirî

Hat diyarkirin ku li bakurê Burkîna Fasoyê di êrîşa komên çekdar de 20 leşkerên artêşê hatin kuştin. Wezîrê Ewlehiyê yê Burkîna Faso Maxim Korn ragihand ku li taxa Soumê li bakurê rojhilatê yekîneya leşkerî rastî êrîşa komên çekdar hatiye.

Ekleme: 15.11.2021 08:55:27 / Güncelleme: 15.11.2021 08:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Korn diyar kir ku di êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku li herêmê di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan a li nêzî madena zêr de gelek leşker birîndar bûne û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Di rojên derbasbûyî de li herêmên nêzî Nîjer û Malî êrîşên çekdarî pêk hatin û 7 polîs hatin kuştin. Rayedar DAIŞ’ê bi êrîşê sûcdar dikin. (ÎLKHA)