Rêhewayên Tirkiyeyê seferên xwe yên li 4 welatan rawestand

Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) ragihand ku di çarçoveya tevdîrên Covid-19an da seferên xwe yên ji bo Brezîlya, Afrîkaya Başûr, Nepal û Srî Lankayê heta daxuyaniyeke din dane sekinandin.

Ekleme: 15.11.2021 08:55:26 / Güncelleme: 15.11.2021 08:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şêwirmendê Çapemeniyê yê THYyê Yahya Ûstûn li ser Twitterê ragihand ku wan, seferên 4 welatan rawestandiye.

Üstün got, "Mêvanên hêja, di çarçoveya tedbîrên Covid-19an de, seferên me yên ji bo Brezîlya, Afrîkaya Başûr, Nepal û Srî Lankayê ji 15ê Mijdarê (îşev) saet 00:00 de heta daxuyaniyeke din hatin rawestandin. Tenduristî û ewlehiya rêwîtiyê ji bo Rêhewayên Tirk pêşengiya sereke ye." got. (ÎLKHA)