Ji doza 6-8ê Cotmehê re cardin taloq hat dayîn

Ji doza darizandina ku ji 100î zêdetir kesên bersûc ê ku di nav wan de Serokên Giştîyê HDPê yê berê Selehettîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag ji heye cardin taloq hat dayîn.

Ekleme: 12.11.2021 09:30:38 / Güncelleme: 12.11.2021 09:30:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rûniştina ku li Dadgeha Ciza Giran a 22yemîn ê Enqerê tê dîtin bersûc û parêzerên wan beşdarê rûniştinê bûn. Hinek bersûcên girtî jî ji girtîgehên xwe bi Sîstema Înformatîk a Xuyang û Deng beşdar bûn.

Doza ku derheqê êrîşa 6-8ê Cotmehê de, bi 100î zêdetir kes û kesên di nav wan de rayedarên payebilind ên PKKê  û Serokên Giştî yê HDPê Selehettîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî hene dewam dike.

Di encama rûniştina ku li Qampûsa Sazîyê Înfaza Ciza yê Sîncanê hat dîtin de biryara berdewamkirina tewqîfkirîna kesên ku hatine tewfîq kirin, hat dayîn.

Hat hînbûn ku rûniştina ku tê de qirara dewama tewfîqkirinê hat dayîn taloqî 29-30ê Mijdarê û 2,3,6,7,9 û 10ê Berfanbarê hat kirin.

Endamên PKK/HDPê yên ku di 6-8ê Cotmehê de bi  banga PKK/HDPê  derketibûn êrîşî kesên ku li derve  goştê qurbanê belav dikirin, kiribûn û di êrîşê de  ji teref endamên PKKê ve Şehîd Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Hûseyin Daqaq û Rîyad Gûneş hatibûn şehîdkirin.(ÎLKHA)