Li Bangledeşê di dema hilbijartinan de pevçûn derket: 7 mirî 100 birîndar

Di encama pevçûnên ku derketin de herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.11.2021 09:15:36 / Güncelleme: 12.11.2021 09:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bangledeşê di dema hilbijartinên mehelî de di navbera terefdarên du partîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnên ku derketin de herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bangledeşê bûyerên ku pêk hatin şermezar kir û banga arambûn û îtîdalê li terefan kir.(ÎLKHA)