Serokê Giştî yê HUDA PARê, çû serdana Abdullah Zengînê Yûsifî

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, çû serdana Abdullah Zengînê ku 29 salan ji ber heyata xwe ya Îslamî di zindanê de hat girtin û berî vê çend rojan hatibû berdan.

Ekleme: 11.11.2021 10:35:33 / Güncelleme: 11.11.2021 10:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di zîyaretê de ji Zengîn û malbata wî re hest û ramanên xwe û keyfxeşîya xwe anî zimên.

Yapicioglu piştî zîyareta Zengîn re ji Rihayê çû Batmanê. Li Batmanê jî beşdarê tazîya malbata Gûney bû û li vir ji malbatê re daxwazîya sebrê kir.

Yapicioglu piştî zîyareta Batmanê jî derbasî Dîyarbekir bû û li Dîyarbekirê beşdarê tazîya Şêx Muhammed Tahur bû.

Şêx Muhammed Tahurê ku alim û rîspîyekî herêmê bû û berî vê çend rojan rehmet kiribû. Wexta Yapicioglu û heyeta partîyê beşdarê tazîyê bûn; birayê merhûm, Şex Fatîhê Şorşibî wan pêşwazî kir.

Yapicioglu di beşdarê tezîyê de ji malbata Şorşibî re daxwazîya sebrê kir. (ÎLKHA)