Balyozê Pakistan: Pêgeha Herêma Kurdistanê girîng e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir.

Ekleme: 11.11.2021 09:55:28 / Güncelleme: 11.11.2021 09:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de Balyozê Pakistanê silav û rêzên serkirdetiya Pakistanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanm û daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandinên bazirganî û perwerdehiyê de ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Pakistanê.

Balyozê Pakistanê herwiha bi pêzanînên xwe bal kişand ser pêşketin û avakirin û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê, ku weke faktora aramî û segamgîriyê ye li navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî tekezkirina li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Pakistanê, behsa bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê û pêşkêşkirina hêsankariya pêwîst ji bo veberhêneran kir.

Di civînê de herwiha derfetên kar û hemahengiya hevbeş ji bo mijarên cihê girîgiyê yê herdu aliyan in, hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)