Di teqîna ku li Sîerra Leone pêk hat de hejmara mirîyan derket 131 kesan

Hejmara kesên ku ji ber teqîna tankêra sotemenîyê li Freetownê canê xwe ji dest dan derket 131 kesan.

Ekleme: 11.11.2021 09:15:34 / Güncelleme: 11.11.2021 09:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Freetowna  paytexta Sîerra Leoneyê  tankêreke sotemenîyê qeza kir ku dema kesên derdorê hewl didan sotemenîyê berhev dikirin teqîn pêk hat.

Di encama teqîna ku pêk hat de herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dabûn û 100 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahîyên dawî hejmara mirîyan derket 131 kesî.(ÎLKHA)