Kutumê ku ji ber gotina “Bijî Kurdistan” hatibû tewqîfkirin hat berdan

Hifzullah Kutumê ku ji ber parvekirina “Bijî Kurdistan” bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hat girtin û ji wezîfeya xwe hat dûrxistin, hat berdan.

Ekleme: 10.11.2021 15:40:31 / Güncelleme: 10.11.2021 15:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kutumê ku di Beşa Malîyê ya ÎÎBFê ya Zanîngeha Firatê de wezîfedarê ewlehîyê yedi meha îlonê de ji ber ku di salvegera 60emîn a Şoreşa Mezin a Îlonê ya ku di pêşîvantîya Mele Mistefa Barzanî de hatibû destpêkirin de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî parvekirina “Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be, Bijî Kurdistan” kiribû ku ji ber vê yekê pêşî ji wezîfeya xwe hat dûrxistin û dû re bi hinceta “propagandaya terorê” hat girtin.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar li ser medyaya civakî destnîşan kir,  Kutum hatiye berdan.(ÎLKHA)