Li Rihayê pevçûna çekdarî: 2 mirî 9 birîndar

Di encama pevçûna çekdarî ya ku li navçeya Wêranşara Rihayê pêk hat de 2 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.11.2021 09:45:30 / Güncelleme: 10.11.2021 09:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh di seat 13.00an de li gundê Karakuzuyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin du malbatên nas ên ku di navbera wan de hisûmet hebû pev çûn. Di encama pevçûnê de 2 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)