Barzanî pêşwazî li şêwirmendê Wezareta Berevaniya Brîtanya kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwazî li şêwirmendê herî payebilind ê wezareta berevaniya Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa û şandeya li gel kir.

Ekleme: 09.11.2021 09:05:28 / Güncelleme: 09.11.2021 09:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şandeyê piştevaniya welatê xwe ji bo çaksaziya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê teqez kir.

Di hevdîtinê de konsolê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt jî amade bû. Rewşa siyasî û ewlehiya Iraq û navçeyê û metirsiya terorê hate gotûbêj kirin. Herwaha li ser pêşhateyên dawiyê yên siyasî yên Iraqê û bi taybet jî qonaxa piştî helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê hatin ronahî kirin.

Di heman hevdîtinê de şandeya mêvan diyar kir ku Brîtanya wek dostekî bihêz ê herêma Kurdistan û Iraqê dê bimîne û piştevaniya welatê xwe bo çaksazî li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî teqez kir.(ÎLKHA)



Etiketler: