Otobûseke rêwîyan û qamyonek li hev xist: mirîyek û 10 birîndar

Li navçeya Yeşîlhîsara Kayserîyê otobûseke rêwîyan û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.11.2021 17:20:13 / Güncelleme: 08.11.2021 17:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat hînbûn ku otobûsa ku ‘aîdê fîrmaya Turîzma Sûhayê bû pêşî li qamyonekî xist û dû re li dîwareke xanî xist.

Di encama qezayê de şofora otobûsê canê xwe ji dest da, 10 rêwî jî birîndar bûn.

Kesên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexwaşxaneya Dewletê ya Yeşîlhîsarê. Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)