Li Sîerra Leoneyê tankêra sotemenîyê teqîya: Zêdetirî 100 kesan mirin

Hat ragihandin di encama teqîna ku li Sîerra Leoneyê pêk hat de zêdetirî 100 kesan mirin.

Ekleme: 07.11.2021 07:50:11 / Güncelleme: 07.11.2021 07:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Freetowna  paytexta Sîerra Leoneyê  tankêreke sotemenîyê qeza kir ku dema kesên derdorê hewl didan sotemenîyê berhev dikirin teqîn pêk hat.

Di encama teqîna ku pêk hat de herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)