Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 5 milyon û 60 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 5 milyon û 60 hezar û 179 kes mirin.

Ekleme: 07.11.2021 07:05:29 / Güncelleme: 07.11.2021 07:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 5 milyon û 60 hezar û 179 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  250  milyon  û  272  hezar û 425  kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 775 hezar kesan.(ÎLKHA)