Li Endonezyayê ji ber lehiyê 6 kes mirin

Li eyaleta Javaya Rojhilat a Endonezyayê ji ber lehiya ku piştî barana zêde rû da herî kêm 6 kes mirin.

Ekleme: 06.11.2021 08:55:30 / Güncelleme: 06.11.2021 08:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî ya Endonezyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber lehiyê li parêzgeha Javaya Rojhilat herî kêm 140 welatiyên xwecihî hatin tehliyekirin.

Ajansê ragihand ku heta niha termê 6 kesan hatine dîtin, 3 kes jî winda ne.

Hat destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirina windayan dewam dikin. Demsala baranê, ku her sal di meha îlonê de li Endonezyayê dest pê dike, di navbera çile û sibatê de bilind dibe. Li welêt di dema barana zêde de lehî û şimitîna axê gelek caran diqewime. (ÎLKHA)