Li Bexdayê xwepêşan: 2 mirî 130 birîndar

Li Bexdayê di navbera hêzên ewlehîyê û kesên ku encamên hilbijartinan protesto dikirin de pevçûn derket.

Ekleme: 06.11.2021 08:45:30 / Güncelleme: 06.11.2021 08:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên ku ji encamên hilbijartinan nerazîbûn li nêzî “Herêma Kesk”  a ku li Bexdayê ye civîyan. Piştî demekê di navbera xwepêşdêr û hêzên ewlehîyê de pevçûn derket.

Di encama pevçûna ku derket de 2 kes mirin û 130 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)