Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bi vîrûsa koronayê ketiye û di karantînayê de ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xatîpzade ragihand ku rewşa giştî ya Abdullahiyan baş e û di pêvajoya karantînayê de rojane xebatên xwe didomîne. Hat ragihandin ku testa Koronayê ya Abdullahiyan doh pozîtîf derketiye. (ÎLKHA)