Li Ganayê mînîbus û qamyonek li hev qelibîn: 10 jê zarok 17 kes mirin

Li herêma Asantiyê di qezaya ku mînîbus û kamyonek li hev qelibîn de 10 jê zarok 17 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn. Qeza li ser rêya Kumasî-Tekîmana herêma Asantiyê pêk hat.

Ekleme: 02.11.2021 08:50:28 / Güncelleme: 02.11.2021 08:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiya ku ji çapemeniya herêmî hat girtin, kamyona ku ji kontrolê şofêr derket, bi mînîbusa ku ji aliyê dijber ve dihat ji serî ve li hev qelibîn.

 Di qezayê de 10 jê zarok 6 jê jin 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê giran e, fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)