Serokê HAMASê ji welatên Ereb û Efrîqayê re bang kir

Serokê Bûroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, ji welatên Ereb û Efrîqayê re ji bona qut kirina mitabeqetên asayîbûna ku bi sîyonîstan hatîye çêkirin bang kir.

Ekleme: 30.10.2021 11:50:11 / Güncelleme: 30.10.2021 11:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Henîyye, beşdarî bernameya ku ji teref Hereketa Avakirina Neteweyîya Cezayîrê ve hat tertîpkirin bû. Di bernameyê de Henîyye ji serokên welatên Îslamê re banga fesihkirina “mitabeqetên asayîbûna  bi rejîma îşxalker a sîyonîst” kir.

 Hereketa Avakirina Neteweyîya Cezayîrê bi mûnasebeta micadeleya serxwebûnîyê Cezayîrê bernameyek li ser zoomê çêkir.

Henîyye di bernamê de xeber da û di xeberdana xwe de wisa got, “Ez ji welatên Ereb û Efrîqayê re bang dikim ku bila mitabeqeta asayîbûnê ya ku bi rejîma îşxalker hatîye kirin, qut bikin. Ev asayîbûn ji xelqên me re, ji de’wa me yê Filistînê re, li miqeddesatên me û ji berxwedana me re xizmet nake.”

Henîyye di dawîya xeberdana xwe de weha got, “ Ji bona aşîtîya herêmî hiqûqên Filistînîyan ku bê paşçav kirin, ji ber vê yekê pêşî asayîbûn û paşê aşîtî ku bê kirin ev yek tiştekî şaş û xelet e.” (ÎLKHA)