Dikandarê ku gotibû “Ev der Kurdistan e” hat berdan

Dikandarê ku di dema zîyareta Seroka Giştî ya ÎYÎ PARTÎ Meral Akşener de ji ber ku gotibû “Ev der Kurdistan e” hatibû binçavkirin, dikandar bi emrê dozgerîyê piştî binçavîyê hat berdan.

Ekleme: 30.10.2021 11:50:10 / Güncelleme: 30.10.2021 11:50:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê du rojan dema ku Seroka Giştî ya ÎYÎ PARTÎ Meral Akşener li Kurtalanê esnafan zîyaret dikir,esnafek ji Meral Akşenerê re weha gotibû “…. Anha, cîhê ku tu lê yî Kurdistan e, lê heyfe ku ev Kurdistan li Meclîsê tê înkarkirin.”

Ji ber van gotinan, ji teref Serdozgerîya Komare ya Misircê ve derheqê dikandarê ku navê wî C.T. ye de tehqîqat hatibû destpêkirin û bi sûcê “Propaganda ya rêxistina terorê” hatibû binçavkirin.

Hat hînbûn ku C.T. yê dikandar ji polêsan re û ji dozgerîyê re îfade da, piştî dayîna îfadê hat berdan.

Hat hînbûn ku sabiqaya C.T. yê ji ber “Propaganda ya rêxistina terorê” hatibû girtin paqij e. (ÎLKHA)