Erebistana Siûdî Sefîrê Lubnanê dersînor kir

Erebistana Siûdî, ji Sefîrê Lubnanê daxwaz kir ku ew di nava 48 seatan de ji welat derkeve.

Ekleme: 30.10.2021 11:20:25 / Güncelleme: 30.10.2021 11:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Siûd her wisa derhanîna ku ji Lubnanê tên kirin re jî qedexe anî.

Ji ber  ku Libnan ji ber êrîşên ku li Yemenê  tên kirin rexne Erebistana Siûdî kiribû, ji Sefîrê Lubnanê daxwaz kir ku ew  di nava 48 seatan de ji welat derkeve .

Di encama hemberîyê de Erebistana Siûdî ji Lubnanê re bang kir ku di nava 48 seatê de Sefîrê xwe ji welat derxin.

Erebîstana Siûdî ji ber rexneya ku lê kirin ji bilî dersînorkirina sefîr her wisa di warê derhanînê de jî gavek avêt û derhanîna ku ji Lubnanê  tê kirin jî qedexe kir û sefîrê xwe yê Lubnanê jî gazî welat kir.

Hat destnîşankirin ku ji wan qirarên ku hatine dayîn,  welatîyên Lubnanê yên ku li  Erebîstana Siûd in  dê tesîrdar nebin. (ÎLKHA)