Siûd her wisa derhanîna ku ji Lubnanê tên kirin re jî qedexe anî.
Ji ber ku Libnan ji ber êrîşên ku li Yemenê tên kirin rexne Erebistana Siûdî kiribû, ji Sefîrê Lubnanê daxwaz kir ku ew di nava 48 seatan de ji welat derkeve .
Di encama hemberîyê de Erebistana Siûdî ji Lubnanê re bang kir ku di nava 48 seatê de Sefîrê xwe ji welat derxin.
Erebîstana Siûdî ji ber rexneya ku lê kirin ji bilî dersînorkirina sefîr her wisa di warê derhanînê de jî gavek avêt û derhanîna ku ji Lubnanê tê kirin jî qedexe kir û sefîrê xwe yê Lubnanê jî gazî welat kir.
Hat destnîşankirin ku ji wan qirarên ku hatine dayîn, welatîyên Lubnanê yên ku li Erebîstana Siûd in dê tesîrdar nebin. (ÎLKHA)