NY: 48 milyon kes ji ber pevçûnan koçber bûne

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji cîhûwarkirina navxweyî Cecilia Jimenez Damari, diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên li çaraliyê cîhanê 48 milyon kes neçar mane cih û warên xwe biterikînin.

Ekleme: 29.10.2021 13:35:29 / Güncelleme: 29.10.2021 13:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Damarî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir"Hejmara kesên ku ji ber şer û pevçûnên çekdarî û tundûtûjiyê ji cih û warên xwe bûne li seranserê cîhanê gihîştiye 48 mîlyonî ku ev hejmar a herî zêde ye ku heya niha hatiye tomar kirin." Damarî dû re wiha got: "Di hawîrdoreke şerên çekdarî yên tevlihev û tundûtûjîya berbelav de, her ku diçe dijwartir dibe ku rêzgirtin ji yasayên mirovî û mafên mirovan ên navdewletî re were misoger kirin."

Raportorê Taybet Damarî diyar kir ku pevçûn û tundûtûjî li çaraliyê cîhanê, her wiha karesatên tabiî yên ku mirov ji cih û warên xwe kirine û belavbûna vîrusa koronayê, rewş xirabtir kiriye. (ÎLKHA)