Dikandarê ku di dema ziyareta Akşener de got “Ev der Kurdistan e” hat binçavkirin

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Sêrtê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 29.10.2021 13:30:14 / Güncelleme: 29.10.2021 13:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, dikandarê bi navê C.T. yê ku di dema ziyareta Seroka Giştî ya ÎYÎ Partîyê Meral Akşener de got “Ev der Kurdistan e” “Ji kirina propagandaya terorê” hat binçavkirin.

Çi bûbû?

Dikandarê bi navê C.T. di dema ziyareta Akşener a ku li Misirceyê kir de destnîşan kiribû “Ev cihê ku a niha tu lê yî Kurdistan e, lê belê mixabin Kurdistan li Meclîsê tê înkarkirin.”(ÎLKHA)