Li Keşmîrê mînîbusa rêwîyan qeza kir: 8 kes mirin

Qeza li herêma Suî Gowarîya ku bi navçeya Dodayê ve girêdayî ye pêk hat.

Ekleme: 28.10.2021 15:35:27 / Güncelleme: 28.10.2021 15:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa rêqwîyan ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji gindirî newalê. Di encama qezayê de 8 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.

Tê diyarkirin dibe ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)