Li Japonyayê tûnel hilweşîya: Mirîyek

Li wîlayeta Gîfuya Japonê, di tûnela ku rayên manyetîk a trênê tê de ava dikin hilweşîn çêbû. Di encama hilweşînê de mirovek canê xwe ji dest da.

Ekleme: 28.10.2021 10:45:30 / Güncelleme: 28.10.2021 10:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Nakatsugawayê tûneleke ku ji bo trêna manyetîk dihat avakirin hilweşîya. Karkerekî di hilweşînê de birîndar bû û karkerê birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hat rakirin nexwaşxanê.

Karkerê birîndar di nexwaşxanê de canê xwe ji dest da. Hat destnîşankirin ku di wexta hilweşînê de 5 karker di hindirê tûnelê de xebat dikirin.

Hat daxuyankirin ku hilweşîn, nêzikî 70 metre li ber devê tûnelê hindir, wexta ku dînamît hatiye teqandin çêbûye.

Hat destnîşankirin ku ji bona qezayê tehqîqat hat destpêkirin.  (ÎLKHA)



Etiketler: