Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Ali Riza Gunay kir.

Ekleme: 28.10.2021 10:40:26 / Güncelleme: 28.10.2021 10:40:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay jî amade bû, li ser pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê gotûbêj hatkirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî kirin, bi taybetî jî di warê abûrî û bazirganiyê de.(ÎLKHA)