Şandeya Navdewletî ya Parastin û Piştevaniya Pêxemberê Me hat îlankirin

Di salvegera yekemîn a kampanyaya ku ji teref alimê Misirî Dr. Şêx Muhammed Saxîr ve li dijî heqaretên ku li Pêxemberê me dihatin kirin, hatibû destpêkirin de bi beşdarbûna gelek aliman şandeyek hat damezrandin.

Ekleme: 27.10.2021 10:05:30 / Güncelleme: 27.10.2021 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî niha alema Xerbê nexasim jî Fransa li hember Pêxemberê me Hz. Muhammed(s.x.l) kampanyaya heqaretê dabûn destpêkirin ku hema piştî vê pêvajoyê alema Îslamê ji van welatan re bertekên tund nîşan dabûn û alimê Misirî Dr. Şêx Muhammed Saxîr ve li dijî heqaretên ku li Pêxemberê me dihatin kirin kampanyaya destek û parastinê dabû destpêkirin.

Di salvegera yekemîn a kampanyaya ku ji teref alimê Misirî Dr. Şêx Muhammed Saxîr ve li dijî heqaretên ku li Pêxemberê me dihatin kirin, hatibû destpêkirin de ji gelek welatan bi beşdarbûna gelek aliman şandeyek hat damezrandin.

50 alimên ku di nav wan de Serokê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê Elî Qeredaxî, ji Morîtanyayê Şêx Muhammed Hesen Dedo û alimên mîna wan di heyetê de cî digirin. Her wisa Mele Enwer Kiliçarslanê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê, Serokê Komelaya Alimên Misliman ê Navneteweyî Abdulwehab Ekîncî, Prof. Dr. Yasin Aktay, Serokê Enstîtuya Fikra Îslamê Prof. Dr. Mehmet Gormez, Ercan Vergiliyê  Koordînatorê Marmarayê yê Evîndarên Pêxember  û gelek alim û rîspî jî beşdarî civînê bû.

Di bernamê de derbarê girîngîya mijarê de gelek axavtin hatin kirin.(ÎLKHA)