Balafirgeha Xartûmê ji seferan re hat girtın

Di daxuyaniya ku ji teref Midûriyeta Hewayî ya Sivîl a Sûdanê ve hat dayîn de hat ragihandin ku balafirgeh dê di 26-30ê Cotmehê de ji seferan re bê girtin.

Ekleme: 27.10.2021 08:20:29 / Güncelleme: 27.10.2021 08:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa Sûdanê ji bo ku hikûmetê bi yekalî bigire dest bi rewşa awarte (OHAL) kir û rojek berê şirîkê xwe yê sivîl ê veguhêz hilweşand.

Meclisa Serweriyê û hikûmet hatin hilweşandin, Serokwezîr Abdullah Hemduk, hin wezîr, endamên Meclîsa Serweriyê û hin rayedarên payebilind hatin binçavkirin û şandin cihên nediyar.

Rayedarekî leşkerî yê artêşa Sûdanê ragihand ku Serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hamdûk û hevjîna wî yên ku piştî ku artêşê bi derbeyekê dest danî ser desthilatdariyê hatin binçavkirin, destûr hat dayîn ku vegerin malên xwe yên li Xartûmê.

Hat ragihandin ku piştî biryara awarte ya serfermandarê artêşê Orgeneral Abdulfettah el-Burhan Balafirgeha Navneteweyî ya Xartûmê hat girtin. Di daxuyaniya ku ji teref Midûriyeta Hewayî ya Sivîl a Sûdanê ve hat dayîn de hat ragihandin ku balafirgeh dê di 26-30ê Cotmehê de ji seferan re bê girtin. Rêhewayên Tirkiyeyê jî ji ber bûyerên li welêt seferên xwe yên ber bi Xartûmê paytexta Sûdanê betal kirin. (ÎLKHA)