Li Iraqê êrîşa DAIŞê: 12 mirî

Hat ragihandin ku di êrîşa DAIŞê ya li ser gundê Reşada navçeya Mikdadiye ya Diyalayê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ekleme: 27.10.2021 08:20:28 / Güncelleme: 27.10.2021 08:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne. Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Mikdadiyê. Derbarê kuştî û birîndarên sivîl an jî hêzên ewlekariyê de agahî nehat bidestxistin.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê li gundê navborî hêzên ewlehiyê hatin sewqkirin. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî êrîş şermezar kir. (ÎLKHA)