Rejîma dagirker a siyonîstan li Qudsê goristana misilmanan wêran dike

Rejîma dagirker a siyonîst ku ji bo guhertina nasnameya Îslamî ya Qudsê û ji holê rakirina hemû şopên Îslamê li vî bajarî hewlên mezin dide, biryar da ku Goristana Yûsifiyê ya li kêleka Mescida Eqsayê ye hilweşîne.

Ekleme: 26.10.2021 13:25:24 / Güncelleme: 26.10.2021 13:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker a siyonîst li Goristana Yusufiyê ya ku mirîyên Mislimanan tê de ne û li kêleka rojhilatê Mescida Eqsayê ye xebatên xwe yên hilweşandinê didomîne. Piştî ku dadgeha bi navê dadgeha îşxalker serlêdana berê ya li dijî hilweşandina vê goristanê û kolandina goran red kir, xebatên hilweşandinê ji nû ve dest pê kir.

Hat diyarkirin ku di goristanê de gorên gelek xizmên gelê Qudsê, alim û mucahîdên hêja, şehîdên ku ji Filistîn û welatên Ereb hatine vir hene. Bi biryara ku ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve roja yekşemê 17ê cotmehê hat ragihandin, Komîteya Parastina Goristana Îslamî ya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê, ji bo rawestandina hilweşandina ku ji teref şaredarîya îşxalker a Qudsê ve bi mebesta îmhakirina Qudsê hatiye kirin, daxwaznameyek pêşkêş kir da ku veguherandina Goristana Yusufiyeyê wek Parka Tewratê bê rawestin ku ev yek hat redkirin.

Rejîma dagirker a siyonîst ku ji bo guhertina nasnameya Îslamî ya Qudsê û ji holê rakirina hemû şopên Îslamê li vî bajarî hewlên mezin dide, plan dike ku goristana Yûsifiyê ya li kêleka Mescid Eqsayê bi temamî hilweşîne û bike parka Tewratê. (ÎLKHA)