Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka civîya

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê li gel Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel da civiya.

Ekleme: 26.10.2021 11:55:26 / Güncelleme: 26.10.2021 11:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civînê da hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê û encamên wê, rewşa Iraqê bi giştî û pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasî guftûgo kirin.

Her du alî hevra bûn ku proseya dengdanê li rûyê teknîkî ve bi awayeke rêkupêk û bêkêşe birêveçû, her wiha girînge piştî pejirandina encaman hikûmeteke giştgîr li Iraqê pêkbê ku bersîvdana hêvî û bendewariyên welatiyên bê.

Her li vî derbarî de balkişandin li ser peyama Encumena Asayîşa Navdewletî ku piştevaniyê li proseya dengdanê kir û bi hengaveke girîng da zanîn. Her wiha rola Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê li encamdana proseya dengdanê û rola Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa û Komkara Erebî û ew hemû aliyên piştevaniya vê proseyê kirin, bilind hate nirxandin.(ÎLKHA)