IHO EBRARê erzaq li Filîpînîyên ku ji şewatê bandor bûne belav kir

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî IHO EBRAR, piştî şewata mezin a ku di 13'ê Cotmeha 2021'an de li herêma Recodoya bajarê Zamboanga ya Fîlîpînan rû da û bandor li hezaran mirovan kir, "Projeya Xwarina Awarte" da destpêkirin.

Ekleme: 26.10.2021 10:20:27 / Güncelleme: 26.10.2021 10:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedar, endam û dildarên ÎHO EBRAR'ê yên di çarçoveya projeyê de hatin herêmê, xwarinên germ ên ku ji bo hezar kesî amade kiribûn li gel belav kirin. Serokê ÎHO EBRARê Dr. Abdurrahman Alpsoy destnîşan kir ku ew hewl didin alîkariyên li herêmên herî dûr ên cîhanê bigihînin kesên hewcedar. Alpsoy, diyar kir ku ew di alîkariya xwe de cudahiyê naxin navbera ziman, ol û nijad.

Alpsoy di berdewama daxuyanîya xwe de banga alîkarîyê li xêrxwazan kir. (ÎLKHA)