Barzanî pêşwazî li balyozê Swêdê kir

Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê pêşwazî li balyozê Swêd yê Ii Iraqê kir û spasiya Swêdê kir ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.

Ekleme: 24.10.2021 10:30:29 / Güncelleme: 24.10.2021 10:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevdîtin doh li Selahadînê hat kirin. Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Swêdê li Iraqê Jonas Loven kir û di hevdîtinê de balyozê Swêdê  yê li Iraqê, di şerê dijî DAIŞê de pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên wî ji bo herêma Kurdistanê hebû ji ber alîkariya ji koçber û penaberan û lêqewmiyan daye.

Balyozê Swêdê amaje bi rola diasporaya kurd a di berfireh kirina peyvendiyên herdu aliyan kir û hêvî xwest ku peyvendiyên di navbera welatê wan û herêma Kurdistanê di warê aborî de jî pêşbikevin.

Di hevdîtinê de Barzanî jî spasiya Swêdê kir, ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û di rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.(ÎLKHA)