Li Îranê ji ber minasebata “Mewlida Nebî” 3 hezar û 458 mahkûm hatin efûkirin

Hat ragihandin li Îranê ji ber minasebata wîladeta Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l) 3 hezar û 458 mahkûm hatin efûkirin.

Ekleme: 24.10.2021 08:35:28 / Güncelleme: 24.10.2021 08:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji terefofîsa Seyyîd Elî Xamaneîyê Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê ve daxuyanîyek  hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber teklîfa Gulamhuseyîn Muhsîn Ejeyê Serokê Erka Darazê ji ber minasebata wîladeta Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l) 3 hezar û 458 mahkûm hatin efûkirin.(ÎLKHA)