Rejima îşxalker 6 komeleyên Filîstînîyan xiste lîsteya “terorê”

Rejîma îşxalê derheqê 6 sazîyên mafên însanan ên ku li Filistînê tên nasîn de destnîşan kir ku “Têkilîya wan bi terorê heye.”

Ekleme: 23.10.2021 14:55:37 / Güncelleme: 23.10.2021 14:55:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê qaşo yê herbê yê rejîma îşxalker Benî Gantz, 6 sazîyên mafên însanan ên li Filistînê ji ber  têkîlîya bi Cepheya Xelasîya Xelqê Filistînê (FKHC), ew kirin nav lîsteya “terorê”.

Ji teref Gantz ve hat îdîakirin ku wan sazîyan, bi FHKC re eleqedarin û di sala 2014-2015an de ji welatên Eropayê 200 milyon euro zêdetir fon standine.

Hat îfadekirin ku wan pereyên hatine standin, hinek ji bona malbatên şehîd û malbatên mahkuman re hatîye xerckirin û hinek ji bona fealîyetên FHKCê ku li Qudsê zêdetir bibe, hatîye xerckirin.

Hat destîşankirin wan sazîyên ku di listê da ne wan wisa ye : “ Heq, Sazîya Ûcdan, Sazîya Pîrekan, Hereketa Parastina Zarokên Neteweyî, Navendîya Lêgerîna Bîsanê û Yekîtîya Komîteyên Xebata Zireatê.” (ÎLKHA)