Li Rihayê qeza: Mirîyek, 4 birîndar

Li navçeya Girêsora Rihayê seat derdorê 09.00an de erebe qeza kir û qulibî, di encama qezayê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.10.2021 14:55:36 / Güncelleme: 23.10.2021 14:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat hînbûn ku erebeyeke bi plaqa 56 AT 675 ê ku şofêrê wê Osman B. ye hakimiyeta dîreksîyonê hinda kir û qulibî.

Di encama qezayê de tevî şofêr Osman B. , Necmeddîn B., Nurullah G., Gûlsûm G., Halîme B. birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn ji teref ekîbên tenduristîyê hatin rakirin Nexwaşxaneya Dewletê yê Girêsor.

Ji birîndaran Necmedddîn B. digel temamê midexeleyan li nexwaşxanê canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)