42 kesên ku li Boxazîçî hatibûn binçavkirin piştî pirsyarîyê hatin berdan

Li Ûnîversîteya Boxazîçîyê 45 kesên ku xwepêşan dikirin hatibûn binçavkirin ku ji van 45 kesan, 42 kes piştî pirsyarîyê hatin serbestberdan û 3 kes jî sewkê dadgehê hatin kirin.

Ekleme: 23.10.2021 14:55:34 / Güncelleme: 23.10.2021 14:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh êvarê 45 pêşanderên ku li Ûnîversîteya Boxazîçîyê xwepêşan dikirin hatibûn binçavkirin.

Îfadeya kesên ku hatin binçavkirin li Midirtîya Ewlehîya Bajar  hat girtin. Ji 45 kesan 42 kes piştî pirsyarîyê hatin berdan, 3 kesên din jî bi daxwaza tewfiqkirinê  hatin sewqkirin li dadgehê. (ÎLKHA)