Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Swêdê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Jonas Lovén Balyozê nû yê Swêd li Iraqê kir.

Ekleme: 21.10.2021 17:05:45 / Güncelleme: 21.10.2021 17:05:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li  Balyoz kir, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke ji bo serkeftina erkê wî dûpat kir, her wiha pesnê yarmetiyên Swdêd ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Swêd behsa girîngîdana welatê xwe ya bi peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemû waran da kir bi taybetî jî handana kompanyayên Swêdî ya ji bo veberhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî hemû amadehiyeke Herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya veberhênana Swêdî derbirî, her wiha bi kurtî di derbarê yasaya hilbijartinê li Iraqê û proseya dengdan û encamên wê xiste rû. Li vî derbarî de spasî alîkariya Unami, Yekîtiya Ewrûpa û hevbeşên navdewletî ya li gel Komîsyona Bilinda Hilbijartina Iraqê da kir.

Pêşxistina peywendiyan, nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, bandorên guhertina keşûhewa ya bi taybetî li ser Iraqê, kar û çalakiyên nûnerayetiya Hikûmeta Herêmê û revenda Kurdistanî li Swêdê, mijarên dinê hevdîtinê bûn.(ÎLKHA)