Şofêran ji zemên sotemenîyê re nerazîbûnên xwe nîşan dan

Şofêran derheqê zeman de îfade kirin ku, wan zemên ku ji her tiştî re hatiye; pişta xelkê şikandî ye, barê xelkê giran kiriye, lê êdî xelk nikare tehemil bike.

Ekleme: 21.10.2021 16:45:44 / Güncelleme: 21.10.2021 16:45:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zemên ku ji ber qoronayê hatine kirin, ji xelkê re zêde tê û giranîya barê wan dewam dike. Tê nîşankirin sebeba zeman ji teref  ketin û zêdebûna kur û zêdebûna fîyetên daringê ye, di serî de sektorê xwarinê, sektorê xanîyan û hê jî bi sektorên dinê jî ji sedî 100 zêdetir zem hatîye li ser wan ku ev yek xelqê mexdûr dikin.

Xelqên ku bi zorê îdara xwe dikin, ji ber bahabûna jîyanê derheqê debara xwe de difikirin ku ew ê îdara xwe çawa bikin. Wexta ku zem tê li ser mazotê, mazotê tenê tesîr nake,tesîra zemê li ser xwarinê da jî heye. Tê texmînkirin ku ev zem  ji sedî 30 tesîr li tiştên markêtan jî bikin.

Di 8ê cotmehê de 23 quriş, di 15 cotmehê de 41 quriş  û di 19e cotmehê de jî 23 quriş zem li mazotê hat kirin.Ji ber zeman şofêran ji ÎLKHAyê re nirxandinan kirin.

“Rewşa îqtîsadî ya welatê me  qet nebaş e”

Şofêrê bi navê Naîm Tekoglu derheqê zeman de peyivî û wisa got, “ Wekî zemên ku ji her tiştî re tên kirin, ew zema ku li mazotê hatîye kirin jî  pişta me şikand. Ew ê ku pişta me dişkîne ne ev zem tenê ye, piştî vê zemê ew ê fîyetên tiştên dinê jî zêde bibe  û bi temamî ew ê li pişta me bibin bar. Rewşa îqtîsadî ya welatê me qet nebaş e. Xwedê aqûbeta me bi xêr bike, lê wisa xuya dike ku qet bi xêr xuya nake.”

“Li Tirkîyê fîyetên her tiştî zêde bû lê meaşên karkeran zêde nebû”

Nacî Atabey îfade kir ku êdî ew nikarin fîyetan teqîp bikin ku ew  naxwazim jî fîyetan teqîp bikin û bi rastî em nikarin pêşîya wan zeman bigrin. Atabey di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku, li Tirkîyê fîyetên her tiştî zêde dibe lê meaşên karkeran tenê zêde nabe.

“Em ji wan zeman ne razî ne”

Kemal Yilmaz jî derheqê zeman de wisa got, “Bi Xwedê li welatê me karê wan kesên ku karê xwe mazotê dikin pir zor e. Kesên ku welatê îdare dikin vê rewşê gelek baş dizanin. Daxwazîya me ye ku bila zem çênebin. Modêla ereba min 1993 ye, lê ez nikarim ereba xwe biguherînim. Em ji wan zeman ne razî ne.”  (ÎLKHA)