Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê rojevê de nirxandinan kir

Yapicioglu di qenaleke taybet de derheqê rojevê de fikr û remanê xwe anî ziman.

Ekleme: 21.10.2021 13:20:11 / Güncelleme: 21.10.2021 13:20:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di daxuyanîya xwe de wisa got, “Em hê jî tiştên ku rêveberîya Talîban wê bike nizanên texmîn bikin. Em dibêjin ku qedandina  îşxala ABD ya li Efxenîstanê tiştekî baş e. Hebûna  Emerîqayê li Efxenîstanê xeyrîmeşru bû. Ji ber vê yekê kî wan ji wê derxistîye destê wan sax be. Hevîya me ji Xwedê ev e ku Emerîqa li her cîhê ku îşxal kirîye di demeke nêz da were derxistin.Em tim li hemberê emperyalîzmê ne. Em li hemberê her cûrê emperyalîzmê ne. Ji sala 1979an heta îro Efxenîstan tim di nav êş û elemê da ye. Wexta ku SSCB Efxenîstanê îşxal kiribû, Babrak Karmal wan dewetê Efxenîstanê kiribû.Paşê li hember vê dagilkerîyê gelê Efxan tekoşînek da destpêkirin û  li hemberê vê tekoşînê îşxalker mecbur man ku Efxenîstanê terk bikin. Gelê  Efxenîstanê di dîroka xwe da tu caran bindestî û koletîyê qebûl nekiriye. Emerîqa jî bi şeklekî rezîlane mecbûr ma ji Efxenîstanê derkeve. Grubên li Efxenîstanê, tekoşîna bi qehramanî ku li wê dabûn, berê çekên xwe dabûn hev. Ji ber ku dewlet tunebû ewlehîya can û malê mirovan nemabû. Xwendakarên medresê yên bi navê Talîban derketin û rahiştin çekan. Kesên ku ewlehîyê didin xelkê, xelk berê xwe dan wan.Em dibêjin ku çi qas jî Talîban li Efxenîstanê hikumeteke demborî çêkiribe, li wê otorîteyek ava kirîye. Ev 42 sal e gelê Efxenîstanê birêveberîyeke kamil nedîtiye. Serweteke mezin di bin erdê da ye. Em dibêjin êdî bes e. Em ji Talîbanê re dibêjin ku ‘ Li Efxenîstanê hûn tenê tinene. Lê li wê derê fikr û ramnên cuda yên Îslamê  jî hene, fikr û raman û xwe wek yên Îslamê li ser xelkê ferz nekin.”

Berdewama nirxandina Yapicioglu wisa ye:

Herêmê Kurdistanê ji hêla felsefe û coxrafyayê ve nêztir e. Me bi Kemal Burkay reberî niha  jî hevdîtin kirîye. Wexta ku em çûn Iraqê bi hîzbên çepgir ên Erep, Tirkmen, Kurd re û her wisa partîyên Îslamî yên Erep, Tirkmen, Kurd re jî hevdîtin kir. Em fealîyetên sîyasî yê derveyê welat ku bi çi hawî çêdibe em jî bi wê hawî hevdîtin dikin. Çend rojên dawî li Iraqê hilbijartin çêbû. Di hilbijartinê de 2 heb Tirkmen, 1 heb Hîzba Komela Edalet a Kurdistanê, 3 heb Yekîtîya Îslamî yê Kurdistanê û 33 heb jî ji Hîzba Demoqrat a Kurdistanê mebûs hat hilbijartin.

Li bakura Sûrî avabûneke kurd an jî avabûneka dinê çêbû? Li wê xeyn ji PYDê 16 heb hizbên Kurd hebûn. Wan hîzbên Kurd bi zorîtîya çekan hatin derxistin. Li wê, PYD desthilatdarîyeke ku bingeha wê zor û zilm e ava kirîye. Wexta ku bûn HSD jî di civîna da peyivandina Kurmancî qedexe kirin.

Li herema me jî hîzba AK Partî û HDPê raqîbê me ne. Bi HDPê re rasterast dîyaloga me tuneye. (ÎLKHA)