Zaroka 5 salî ya ku wesayîta bi zirx lê da giran birîndar bû

Li navçeya Wêranşara Rihayê wesayîta bi zirx li zaroka 5 salî ya ku hewl dida derbasî wî alîyê bû da.

Ekleme: 21.10.2021 11:30:31 / Güncelleme: 21.10.2021 11:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Kişlayê li ser Kolana PTTê pêk hatç

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Wêranşarê Nure Dîkçeya 5 salî dema ku hewl dida derbasî wî alîyê rê bibe di bin wesayîta bi zirx de ma.

Nureya ku wesayîta bi zirx lê da giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê.

Kêlîya bûyerê ji teref kamerayên ewlehîyê ve hatin qeydkirin.Di qeydan tê dîtin ku piştî ku wesayîtê li zaroka 5 salî da re kesên derdorê diçin bi alîkarîya wê.

Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya  Rihayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ew ê bibin şopînerê bûyerê.(ÎLKHA)