Qoreya Bakur 2 heb fuzeyên balîstîk ceriband

Serokwezîrê Japonyayê Kîşîda Fumîo, destnîşan kir, Qoreya Bakur 2 heb fuzeyên balîstîk a ceriband.

Ekleme: 19.10.2021 11:55:24 / Güncelleme: 19.10.2021 11:55:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîr Kîşîda destnîşan kir ji ber ceribandina fuzeyê tiştek bi kesî nehat.

Ji teref Serfermandarîya Qoreya Başur ve hat ragihandin ku fuzeyek li herêma Sînpoya rojhilata Qoreya Bakur li alîyê Behra Japonyayê hat avêtin û fuzeya duyemîn jî ji teref noqavekî ve hatîye avêtin.

Qoreya Bakur, di 15 û 28ê Îlonê de ceribandina ‘hîpersonîka pêşvebirî ya nû’ kiribû.  (ÎLKHA)